Grûpên îslamî 5 basên sivîlên Efrînê direvînin

Li ser riya Heleb û Efrînê grûpên çekdar yên Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam 5 basên sivîlan direvînin.
kurdistan24.net

K24 – Efrîn

Li ser riya Heleb û Efrînê grûpên çekdar yên Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam 5 basên sivîlan direvînin.

Peyamnêrê K24ê ragehand jî, ku çekdarên Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ve 5 basên sivîlên Efrînê li ser riya Heleb –Efrînê li gundê Mariste Xan ya herêma Ezazê revandin.

Herwiha peyamnêrê K24ê li Efrînê ragehand jî, ku grûpên îslamî Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam, nava bajarê Efrînê bi 5 topên Hawinan topbaran kirin. ku 2 top li riya Efrîn – Turindê ketine, 3 topên din jî li nêzîkî pereya li ser çemê Efrînê ketine.

Di encama topbarana girûpên îslamî, jinek bi sivikî birîndar bûye û rewşa wê cigar e.

Ji bêhtirî mehekê ve, Eniya el-Nusrayê, Ehrar El-Şam, Ehrar Sûriya û hin komên xwînrijên di bin sîwaneya Odeya Fetih Heleb de ne, herêma Efrînê dorpêç kirine û êrîşî gundên wê dikin.