Tirkiyê hêzeke zêde dişîne Sûriyê

Tê zanîn ku Hêza Sûriyê ya Demokratîk di van du rojên borî de, bendava Tişrînê kontirol, Tirkiyê jî berî niha ragehandibû, ku ti carî rê nedin wê Hêzê derbasî rojavayê çemê Firatê bibin

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê  hêzeke zêde û serbazî ji Dîlokê ber bi sînorê Sûriyê ve dişîne.

Ji Dîlokê gelek serbaz, alav û otombîlên serbazî duh piştî nîvroyê ber bi sînorê Sûriyê ve hatin şandin.

Hate ragehandin hêzên serbazî di navbera Dîlok û Kîlîsê de li ser sînorên Sûriyê hatine bicihkirin.

Tê zanîn ku Hêza Sûriyê ya Demokratîk di van du rojên borî de, bendava Tişrînê kontirol, Tirkiyê jî berî niha ragehandibû, ku  ti carî rê nedin wê Hêzê derbasî rojavayê çemê Firatê bibin, diyar kirin  ku ew yek bo wan xeteke sor e.