Erdogan: HDPe nikare nûneratiya Kurdan bike
K24-Enqere
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragehand ku HDPê nikare nûneratiya Kurdan bike.
beriya serdana xwe ya bo Erbistana Siûdiyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan pirsa rojnamevanan bersivand û rexne li Partiya Demokratîk a Gelan HDPê girt û got: "HDPê nikare nûneratiya Kurdan bike, HDP; xelkê vexwendin kolanan, di encam de zêdeyî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, yên hatî kuştin Kurdbûn mixabin yên ew dikuştin jî Kurd bûn."
Erdogan hêvî ji wan Partiyên Siyasî kir sozên xwe yên di qada hilbijartinan de dabûn welatiyan cîbecî bikin.
Di dawî ya gotinên xwe de Erdogan da zanîn ew rê nadin li bakurê Kurdistanê rêveberiyeka cûda were avakirin û ew dê desttêwerdanê bikin.