"Sala 2016an dê dawiyê bi peymana "Sykes-Picot" bîne"

Barzanî da zanîn ku dewleta Kurdî xwena gelê Kurd e, eşkere kir ku sala 2016an dê dawî yê bi peymana "Sykes-Picot" bîne, ku 100 sal li ser temenê wê peymanê re derbas dibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Serpereştyarê mihwerê Giwêr-Mexmûr yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand ku sala 2016an dê sala serxwebûna Kurdistanê be.

Di daxuyaniyekê de bo ajansa AAyê Serperştyarê mihwerê Giwêr-Mexmûr yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Sîrwan Barzanî wiha got: "Niha piraniya welatên cîhanê di nav de jî Amerîka, welatên Rojava û Tirkiyê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin."

Barzanî da zanîn ku dewleta Kurdî xwena gelê Kurd e, eşkere kir ku sala 2016an dê dawî yê bi peymana "Sykes-Picot" bîne,  ku 100 sal li ser temenê wê re  derbas dibe.

Berpirsê Mihwerê Giwêr- Mexmûr amaje bi peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got: "Peyama Serok Barzanî ya bo pîrozkirina sala nû dê peyama serxwebûnê be, herwiha nerînên wan şandên fermî û ne fermî yên ku serdana me dikin wek nerînên me bûn."

Barzanî da zanîn ku piştî serdan wî bo welatên Ewropayê wan welatan soz dane, ku ew dê li ser pitgiriya Kurdistanê berdewam bin û  alîkariyên leşkerî jî bişînin.