Zêbarî: Pêwîstiya Iraqê bi Kurdan heye

K24- Navenda Nûçeyan
Wezîrê Darayî yê Iraqê dibêje ku, Artêşa Iraqê nikare bêyî alîkariya Hêzên Pêşmerge Mûsilê rizgar bike.
Wezîrê Darayî yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî diyar kir ku, piştî azadkirina Rumadiyê, dê armanca Artêşa Iraqê rizgarkirina Mûsilê be.
Derbarê operasyona azadkirina Mûsilê de, Hoşyar Zêbarî got “Pêwîstiya (rizgarkirina) Mûsilê bi planrk baş û amadekarî û pêbendiya hemû aliyên sereke herey.”
Navborî tekez kir jî ku, Artêşa Iraqê nikare bêyî beşdariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Mûsilê rizgar vike.
Wezîrê Iraqî amaje kir jî ku, Pêşmerge hêzeke serekî ye û azadkirina Mûsilê bêyî wan nabe.
Mûsil di Hezîrana sala 2014a de ketiye dest DAIŞê de, Zêbarî tekez kir jî ku, dê azadkirina wê parêzgehê ne hêsan be.