Amerîka rizgarkirina Rumadiyê bi pêngaveke girîng e dide zanîn

Wezîrê Bergîrî yê Amerîkayê radighîne ku, serkeftina Artêşa Iraqê li Rumadiyê pêngaveke mezin e bo jinavbirina DAIŞê.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezîrê Bergîrî yê Amerîkayê radighîne ku, serkeftina Artêşa Iraqê li Rumadiyê pêngaveke mezin e bo jinavbirina DAIŞê.

Wezîrê Bergîrî yê Amerîkayê Ashton Carter di daxuyaniyekê de ragihand ku “Derxistina DAIŞê ji Rumadî ji aliyê Artêşa Iraqê ve, pêngaveke girîng û gewre ye, bo jinavbirina DAIŞê.”

Artêşa Iraqê bi piştgiriya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, pêr bajarê Rumadî kontrol kir. hikûmeta Bexdayê jî ragihand ku, aramanca piştî rizgarkirina Rumadî, rizgarkirina Mûsilê ye. 

Carter got jî: “Ya girîng ew e ku, di vê astê de hêzên ewlekariya Iraqê aramiyê vegerînin û proseyeya vegerandina welatiyên wî bajarî encam bidin. Herwiha rê nedin ku çekdarên DAIŞê careke din di Rumadî kevin.”

Vegerandina Rumadî ya ku ji Gulana 2014 de di destê DAIŞê de ye, wek girîngtirîn serkeftinên Artêşa Iraqî tê jimartin.