Kantona Cizîrê: Tirkiyê li têkdana Sûriyê digere

Serokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Cezîrê radighîne ku , destêwerdana Tirkiyê ji axa Rojavayê Kurdistanê re bo “xirabkirina Sûriyê ye.”

K24 – Qamişlo 

Serokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Cezîrê radighîne ku, destêwerdana Tirkiyê ji axa Rojavayê Kurdistanê re bo “xirabkirina Sûriyê ye.”

Serokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Cezîrê Ekerm Hiso ji K24ê re got ku: “Tirkiyê bi vê destêwerdana ji axa Rojavayê Kurdistanê re, dixwaze Sûriyê bi tevahî xerab bike.”

Hiso amaje bi wê yekê kir ku, hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistan amade ne bo berevaniyê ji ber axa xwe de bikin.”

Peyamnêrê kurdistan24 tekez kir ku artêşa Tirkiye heta niha sînorê şeş gundên Rojavayê Kurdistanê derbas kirine, li seranserî devera Cizîrê, ku ji gundê Sermsaxê û Banokiyê û Xirab Reşkê li devera Aliyan dest bi kolandinê kiriye

Herwiha peyamnêrê K24ê ragehand jî, hêzên artêşa Tirkiyê di xaka Rojavayê Kurdistanê de,li gundê Dêrûna Axê yê girêdayî bajarê Çil Axa jî,hêzên artêşa Tirkiyê 100 metrî sînorê gund derbas kirine û alavên kolandinê hînjî berdewamin di vekirina rê de..