Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî cuda kar dikin

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber perçebûna siyasî, du yekîtiyên nivîskaran ligel Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cezîrê û hindek saziyên din bi şêweyekî cuda kar dikin.

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber perçebûna siyasî, du yekîtiyên nivîskaran ligel Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cezîrê û hindek saziyên din bi şêweyekî cuda kar dikin.

Ji ber van sedeman şandeke ji Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdistanê bi mebesta lihevhatinekê di navbera van saziyan de çî bikin, projeyek bi xwe re anîn û hatin Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Qamişlo hevdîtinek birêve birin.

Nivîskar û endamê şanda Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdistanê Helîm Yosif derbarê vê projeyê ji K24ê re axivî û got: “Em ji Ewropayê hatin Rojavayê Kurdistanê bo em navendekê ji hemû rewşenbîran re çê bikin.”

Yosuf got jî, “Em bi her sê şaxên xwe yên li Bakur û Başûrê Kurdisatnê û Ewropayê alîkariyê vê projeyê dikin bo ev navend jî bi şaxek be.”