Li Meletiyê 6 xwendekar birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, şer di navbera xwendekarên zanîngehê de derket, 6 xwendekar birîndar bûn û 65 xwendekar jî hatin binçavkirin.
Li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê, 2 komên xwendekarên dijber bi kevir û daran pev çûn. Hêzên ewlehiyê bi ava şîd yên tomayê destêwerdana bûyerê kirin û ji hev dûr xistin.
Li gor agahiyan di destê xwendekarekî de bombe teqîya û tevî wî 4 kesên dîtir jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê 65 xwendekar girtin binçavan.