Warn: Çendek ji serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê radigehîne ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi riya êrîşên asmanî li Iraq û Sûriyê çend serkirdeyên DAIŞê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê radigehîne ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi riya êrîşên asmanî li Iraq û Sûriyê çend serkirdeyên DAIŞê kuştin.

Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê Kolonêl Steve Warn di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, “Ebdilqadir Hekîm ku yek ji serkirdeyên DAIŞê ye û pêwendiya wî bi êrîşên Parîsê re heye, di êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî de hat kuştin.”

Warn eşkere kir jî: “Di meha borî de 10 serkirdeyên DAIŞê di êrîşên asmanî de hatine kuştin, ku yek ji wan jî Şeref el-Muhemedî ye ku di 24 meha borî de hatiye kuştin.”

Warn amaje bi wê yekê jî kir ku, endamê rêxistinî ya DAIŞê li Sûriyê Elmuedîn pêwendiya wî bi Ebdilhemîd Ebaod hebûye, ku serpereştiya şana êşrîşên Parîsê dikir, hebû. 

Li Parisa paytexta Fransayê di 13 Mijdarê de, êrîşek terorî hatibû kirin û di encam de 132 kesan canê xwe dest dabû.