Şanda Opozîsyona Sûriyê dê heftiya bê were damezrandin

rêjîma Sûriyê amade nekiriye. Tê zanîn ku biryar e di 25ê meha bê de bi hevkariya aliyên navdewletî danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de dest pê bikin

K24-Navenda Nûçeyan

Desteya Bilind ya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê, ragehand ku ewê roja Yekşema bê, dê şanda danûstandinê damezrînin.

Derbarê vê babetê de, endamê Desteya Bilind a Danûstandinan Farûq Teyfûr di daxuyaniyekê de ligel Kenala El-Erebiyê tekez kir ku, desteya wan roja Yekşemê dê li Riyadê bicivin, di civînê de dê şanda danûstandinê were damezrandin.

Berî niha Rûsyayê ragehandibû ku, opozîsyona Sûriyê heta niha şanda xwe bo danûstandinê ligel rêjîma Sûriyê amade nekiriye.

Tê zanîn ku biryar e di 25ê meha bê de bi hevkariya aliyên navdewletî danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de dest pê bikin.