Tirkiye û Siudiyê “Encûmena Hevkarî ya Stratîjîk” ava dikin

Riyad û Enqere li ser damezrandina “Encûmena Hevkarî ya Stratîjîk” di warê leşkerî, abûrî û berhemdanê de rêkeftin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Riyad û Enqere li ser damezrandina “Encûmena Hevkarî ya Stratîjîk” di warê leşkerî, abûrî û berhemdanê de rêkeftin.

Piştî hevdîtina Şahê Erebistana Siudiyê û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, Wezîrê Derve yê Siudiyê Adil Cubêr îro di kofiranseke rojnamevanî de ligel hevşanê xwe yê Tirkî Mewlûd Çawîşoglu ragehand ku, Erebistana Siudiyê û Tirkiyê li ser damezrandina “Encûmena Hevkarî ya Statîjîk” di warê leşkerî, abûrî û berhemdanê de rêkeftin.

Cubêr amje bi “Ençûmenê Hevkarî ya Stratîjîk” kir ku, dê girîngiyê bi karûbarên leşkerî, ewlehî, abûrî û bazirganiyê de.

Serokê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan ji du rojan ve serdana Erebistana Siudiyê dike, ev serdan jî tê piştî ragehandina Siudiyê ji hevpeymaniyeke Îslamî li dijî terorê.