Sendîkayên Tirkiyê banga aştî û rawestandina şer dikin

K24 - Enqere
Rêxistinên Ked û Demokrasiyê yên wekî DÎSK, KESK, TMMOB Û TBBê ji bo Bakurê Kurdistanê banga aşti û sekinandina şer kirin û gotin ew ji politikayên şer re dibêjin NA!
Bangên bo rawestandina şer berdewam in. Sendîkayên wek DÎSK, KESK, TMMOB Û TBBê bi daxuyaniyekê li dijî şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dan û bo balê bikişînin ser bûyeran bo rojekê dest ji kar berdan.
Di çalakiyê de Hevserokê KESKê Lami Özgen da zanîn ku ji ber qedexekirina derketina derve a li herêmê welatî di şertên awarte de dijîn: “Zarokên feqîr di nav şerekî hê nehatiye binavkirin de, li nava bajaran, li taxan tên kuştin. Hikûmet dixwaze tu kes deng dernexin, bêdeng bimînin. Lê belê em ligel her tiştî dibêjin aştî.”
Xwepêşanderan da zanîn ku bi avêtina her guleyê jin, ciwan û zarok tên kuştin. Ji ber qedexekirinê ya derketina derve welatî bê av, elektrîk û nan dimînin û ew jî bo vê yekê şermezar bikin îro dest ji kar berdidin.
Sekreterê Giştî yê Diskê Remzi Çalışkan bal kişand ser mafê jiyanê û got: “Em bangî AKPê dikin û dibêjin dest ji şer berd e. Em bangî hemû mirovên ku aştiyê dixwazin dikin û biratiyê diwazin, demokrasiyê dixwazin. Em tenê ne ji bo herêmê ji bo hemû cihanê şer naxwazin.“
Xuya dike ku wê şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê berdewam bikin. Ji ber ku tu revêbir ji bo sekinandina şer hewl nadin û her roj mirin zêde dibe. Welatî ji cih û warên xwe koç dikin, bajar vala dibin.