Demîrtaş “sivikatiyê” bi daxuyaniyeke Davutoglu dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk Bendava Tişrînê rizgarkirin û derbasî aliyê din ê çemê Firatê bû.
kurdistan24.net

K24- Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) “sivkatiyê” bi daxuyaniyeke Serokwezîrê Tirkiyê ya derbarê YPG de dike.

Hevserokê HDPê, Selahedîn Demîrtaş di konferansekî rojnamevanî de îro li Diyarbekirê bal kişande ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê derbarê pêşdeçûnên YPGê li Rojavayê Kurdistanê.

Destpêke vê heftiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku YPG yek ji pêkhateyên wê yên serekî ye, Bendava Tişrîn ya li ser çemê Firat rizgarkirin û xwe gihandin aliyên din ên çem.

Davutoglu di wê demê gotibû ku, Tirkiyê rê nade YPGê derbasî aliyê din ê Firatê bibin, lê hêza navborî ew hêla sor ya ku Tirkiyê behis dikir derbas kir.

Hevserokê HDPê jî sivkatî bi wê daxuyaniya Davutoglu kir û got: “ Serokwezîr (Davutoglu) baştir dizane. Helwesta min heman helwesta Serokwezîr e.”