Gelo Herêma Kurdistanê ji referandûmê re amade ye?

Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nêrînên cuda derbarê referandpma serxwebûnê de tînin ziman.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Pirsa encamdana referandûma serxwebûnê bûye rojeva herî girîng di nav xelik û aliyên siyasî yê Başûrê Kurdistanê de, nêrînên cuda jî li ser wê pirsê derdikevin holê.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di civîna xwe ya serkirdayetiyê de, biryar da ku pirsa encamdana referandûmê ligel hemû aliyê din gotûbêj bike.

Bandora Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û girîngiya pêgeha Kurdan li navçeyê ji aliykî ve, herwiha nakokiyên partiyên Başûrê Kurdistanê, hêştin ku pirsa referandûma serxwebûnê têkeve rewşeke baş û xirab de.

Endamekî Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê dibîne ku, nabe ti partiyek pirsa referandûmê wek “muzayedeyek siyasî” li dijî partiyên din bikar bîne.

Di beramber de, Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ku partiya wî druşma mafê çarenivîsaz helgirtiye, rewşa niha bo encamdana referandûmê bibaş nizane.

Yekgirtûya Îslamî jî radighîne ku, ew ji bo serxwebûna Kurdistanê kar dikin, lê rêxistina mala Kurdî wek mercekî serekî bo destpêkirina wê pêngavê dide zanîn.

Sala 2016an ne tenê saleke nû ye li cem Kurdan, lê ligel hatina vê salê, sed sal bi ser rêkeftinameya Sykes-Pico derbas dibe.