"Sînorê Madeya 140ê di destê Pêşmergeyan de ye"

Fermandeyê Eniya 4 a Kerkûkê Westa Resûl ragihand ku heta niha Pêşmergeyên Kurdistanê karîne çend gund û bajarokên sînorê Mûsilê ji destê DAIŞê derbixin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Fermandeyê Eniya 4 a Kerkûkê Westa Resûl ragihand ku heta niha Pêşmergeyên Kurdistanê karîne çend gund û bajarokên sînorê Mûsilê ji destê DAIŞê derbixin û di 8 operasyonên din de jî bi dirêjahî 120 û berfirehiya 10 kîlometreyan DAIŞ ji navçeyê hatiye paqijkirin.

Westa Resûl beşdarî bultena saet 7 a Kurdistan24ê bû û got: "Sînorê Kurdistanê li ser destê Hêzên Pêşmerge hatiye neqişandin û Pêşmerge li wan cihên ku niha bicîh bûne qet venakişin."

Westa Resûl, da zanîn ku di sala 2015an de DAIŞê zêdeyî 14 êrîşên berfireh anîne ser Hêzên Pêşmerge û di wan hemû êrîşan de DAIŞê derbeyên giran xwarine û di sala 2016an de jî dê bi tevahî DAIŞ were têkşikandin.