Xelkê navçeya Sûrê ji qedexe û operasyonan nerazî ne
K24 – Diyarbekir
Qedexeya derketina kuçe û kolanan li 6 taxên navçeya Sûra Diyarbekirê hê jî didomin lê piştî 28 rojan tenê li Cadeya Gazî qedexeya derketina derve demkî hat rakirin.
Polîs û hêzên ewlehiyê ji nav bazarê venekişiyane. Li ser biryara rakirina qedexeyê xelk û esnafên bajêr herikîn navçeyê û dikan û malên xwe kontrol kirin. Hejmarek bazirganan jî ji navçeyê bar kirin. Xelkê navçeyê, ji Kurdistan24ê re rewşa têde dijîn vegotin û nerazîbûna xwe nîşan dan.