Hejmara qurbaniyên teqînên Qamişlo gehişte 52 kesan

Şevê din saet 12 çend teqînên xwekujî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejandin û di encam de 17 kesan cane xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

K24 - Qamişlo

Şevê din saet 12 çend teqînên xwekujî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejandin û di encam de 17 kesan cane xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Du xwekujan şevê di saet 12 xwe li nav xwaringeha Gabriel û ya Miamî (navenda bajêr) teqandin, teqîna sêyem jî li nêzîkê parka giştî bû, hinek çavkanî jî behsa teqîneke din dikin.

Hejmara herî dawî ya kuştî û birîndarên wan teqînan li gor peyamnêrê K24ê heta niha 17  şehîd 35 kesên din birîndar in û birîndar li heft nexweşxaneyên bajêr tên derman kirin.

DAIŞê jî bi rêya malperekê berpirsiyariya xwe li ser teqînan ragihand. Berî niha jî li Qamişloyê hinek teqîn çêbûbûn û di encam de bi dehan welatî bûbûn qurbanî.