Qamişlo: Zarok bi ahengên sersalê kêfxweş dibin

Yekîtiya Jinên Xirîstiyan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi helkefta cejna zayînê û birêkirina saleke tije nexweşî amadekariya ahengan dike.
kurdistan24.net

K24 - Qamişlo

Yekîtiya Jinên Xirîstiyan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi helkefta cejna zayînê û birêkirina saleke tije nexweşî amadekariya ahengan dike.

Derbarê vê mijarê de Cîgira Seroka Yekîtiya Jinên Xirîstiyan li Sûriyê Nezîra Gewriyê ji K24ê re got: "Aheng bi armanca kêfxweşkirina dilê zarokan e, daku moralê me û wan bi hev re bilind bibe, em dê kêfxweş bibin, em dê hemû cejnan jî pîroz bikin, bi hêvî ne ku sala nû li gelê Sûriyê xêr û xweşî be."

Ahenga zarokan bi stran, govend û semayê û amadebûna çend komele û saziyên civaka sivîl yên girêdayî pêkhateyên Xirîstiyan  birêve çû. Beşdarbûyan tekez li ser berdewamiya ahengên bi vî awayî kirin, daku zarok rewşa navçeyê ya xirab jibîr bikin û bi derûniyeke baş jiyana xwe berdewam bikin.

Ji aliyê xwe ve Endama Komeleya Çandê ya Xirîstiyanan Cûmana Gebro ji K24ê re wiha axifî: "Me hişt ku zarok kêfxweş bibin, bila zarok nizanin ku kêmasî li cem wan heye, me dixwest gelê Sûriyê bi tevahî cejnê pîroz bike, cejna we jî pîroz be."

Her serêsaleke nû, çavên zarokan li Baba Noel dimîne, ku bi cilûbergên xwe yê sor û tûrikê diyariyan diavêje mile xwe û diyariyan li zarokan belav dike. Yeîtiya Jinên Xirîstiyan jî bi hetina Baba Noel û belavkirina xelatan ahenga xwe bi dawî kirin.