Hewl tê dayîn ku PYD tevlî civîna Cenevreyê bibe

Biryar e di 25ê meha bê de, bi hevkariya aliyên navdewletî danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de dest pê bikin.

K24 - Qamişlo

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) ragihand ku armanca serdana Serokê Hevahengiya Sûriyê Hesen Ebdulezîm bo Rojavayê Kurdistanê qebûlkirina PYDê ye ji aliyên navdewletî ve.

Derbarê serdana Serokê Hevahengiya Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê   Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) Nûrî Birîmo ji K24ê re got: "Em dizanin ku hevahengiya Sûriyê di Kongreya Riyadê de amade bû, PYD jî endamê vê hevahengiyê ye, lê PYD bo kongreya Riyadê nehatibû vexwendin, lewma serdana Hesen Ebdulezîm di çarçoveya tevgera aliyên siyasî yên beşdar di proseya Sûriyê de ye."

Birîmo da zanîn ku Serokê Hevahengiya Sûriyê Hesen Ebdplezîm hawl dide daku PYDê bi aliyên navdewletî bide qebûlkirin û nûnerê wê jî tevlî civîna Cenevreyê bibe.

Biryar e di 25ê meha bê de, bi hevkariya aliyên navdewletî danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de dest pê bikin.