Partiyek tê girtin yeke din şûna wê digire

Li Tirkiyê ji sala 1990an heta niha bi dehan partiyên siyasî hatine girtin û bi sedan siyasetmedar ji ber fikrên xwe ketine girtîgehê.

K24 – Stenbol

Girtina her partiyeke siyasî bûye sedema vekirina partiyeke nû. Li Tirkiyê ji sala 1990an heta niha bi dehan partiyên siyasî hatine girtin û bi sedan siyasetmedar ji ber fikrên xwe ketine girtîgehê.

Siyasetmedarên Kurd, di dîroka siyaseta Tirkiyê de sala 1990î bi Partiya Ked a Gel (HEP) re cara yekem wek fermî dest bi avakirina partiyekê kirin. Fehmi Işıklar, Ahmet Turk di nav de 11 siaysetmedar ev partî damezrandin. Piraniya wan kesan jî bi hinceta nepejirindina nasnameya Kurdî ji partiya Gel a Demokrat a Civakî (SHP) veqetiyabûn.

Serdozgeriya Komarê ya dadgeha bilind ji ber ku banga maf û azadiyê bo Kurdan hatiye kirin derbarê HEPê de dest bi lêpirsînê kir. Dadgeha ewlekariyê ya dewletê, serokê giştî yê HEPê Ferîdun Yazar jî di nav de derheqê 15 kesan de ji bo dardekirinê doz vekir. Di sala 1993an de bi biryara dadgeha qanûna bingehîn HEP hat girtin.

Li ser vê geşedanê di heman salê de Mahmut Kılınç, Leyla Zana û gelek parlamenterên Kurd tên ba hev û Partiya Demokrasiyê (DEP) ava dikin. Di 15ê Îlona 2015an de polîs bi ser civina DEPiyan de digirin û serokê giştî yê DEPê Yaşar Kaya tê girtin û piştî demekê tê berdan.

Li ser girtina DEPê HADEP hat damezrandin û weke partiyên berê HADEP jî bi qasî 3 salan hat birêvebirin û paşê jî hat girtin. Siyasetmedarên Kurd, di sala 1997an de DEHAP didamezrandin û ev partî jî heta sala 2005an li ser navê gelê Kurd siyaset kir, lê ne heta hetayê. Destura bingehîn DEHAP jî girt. Di bin siya DTPê de serkirdeyên Kurd yên siyasî bi navê DTP partiyeke nû ava kirin. Lê ji ber ku ev partî jî hat girtin herî dawî HDP derket pêşiya Kurdan. Axirî derheqê hevserokê giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş, Sirri Sureyya Onder, Selma Irmak, Kamuran Yuksek, Hatip Dicle û Sebahat Tuncel de ji ber axaftinên li civîna Kongreya Civata Demokratîk lêpîrsîn hat destpêkirin.

Bi kurtasî ji sala 1990an heta 2015an nêzîka 10 partiyên siyasî li ser navê Kurdan tên avakirin lê belê ji ber gotin û hewlestên xwe gelek siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Niha jî qala girtina HDPê tê kirin. Lê tê dîtin ku girtina partiyan ne çare ye jiber piştî demekê partiyeke din tê vekirin.