Birîndarên teqînên Qamişlo ji K24ê re axifîn

Şevê din 3ê teqînan bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejandin, di encam de 17 kesan canê xwe ji dest dan û 35ê din jî birîndar bûn.

K24 - Qamişlo

Birîndarên teqînên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku piştî teqînê pirsgirêka elektrîkê derketiye û ev bûye sedema mirina gelek kesan.

Îro danê sibehê, tîma K24ê serdana birîndaran kirin, yên ku şevê din di teqînên bajarê Qamişloyê birîndar bûbûn, birîndaran tekez kirin ku piştî teqîn çêbû, kontakta elektirîkê gelek kes kuştine.

Derbarê vê mijarê de karmendekî  xwaringeha Miamî ya ku teqîn lê hatibû kirin bi navê  Ehmed Hesen ji K24ê re got: "Min xwarin amade dikir dema ku teqîn çêbû, kontakt li xwaringehê derket, hejmarek ji ber elektrîkê mirin, ez nizanim çawe ez derketim sipas bo xwedê ku ez sax mam."

Herwiha birîndarekî din bi navê Nayil Berwanî ji K24ê re behsa teqînê kir û wiha axifî: "Em li çayxaneyê rûniştîbûn, me ça vedxwar, dengê teqînekê hat, min bang kir ax.. çavê min û yekê din jî di got lingê min çû, kes bi hawara me ve nehat, ez nizanim çawa ji çayxaneyê derketim derve."

Şevê din 3ê teqînan bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejandin, di encam de 17 kesan canê xwe ji dest dan û 35ê din jî birîndar bûn.