Barzanî teqînên li Qamişloyê şermezar kirin

Serokê Herêma Kurdistanê teqînên li Qamişloya Rojavayê Kurdisyanê şermezar kir û ragihand ku, divê terrorîst baca hemû tawanan bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serokê Herêma Kurdistanê teqînên li Qamişloya Rojavayê Kurdisyanê şermezar kir û ragihand ku, divê terrorîst baca hemû tawanan bidin.

Serokê Herêma Kurdistan Masûd Barzanî, îro derbarê êrîşên terorîstî yên DAIŞê li Qamişlo ya Rojavayê Kurdisyanê de daxuyaniyeke şermezariyê da û sersaxî li malbatên qurbaniyan kir.

Barzanî di daxuyaniya xwe got: “Gelek mixabin careke din xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê bûne qurbaniya destê tawanvbarên terrorîst.”

Barzanî daxuyaniya xwe jî wiha berdewam kir: “Xwişk birayên me yên li bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bin ku, ku hemû Herêma Kurdistanê û dezgehên wê amade ne pêşwazîkirin û hevkariya birîndaran bikin.”

Barzanî di beşek din di daxuyaniya xwe de got: “Encandana kirdarên tirsonek yên bi vî awayî, îradeya gelê me ya xweragirî û rûbirûbûna teroristan bihêztir dike û divê terrorist baca hemû tawanên xwe bidin.”

Şevê borî 3ê teqînan bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejandin, di encam de 16 kesan canê xwe ji dest dan û 35ê din jî birîndar bûn.