Zêdeyî 3770 koçber di Derya Spî de xeniqîne

Hat ragihandin ku di sala 2015an de 5 hezar û 350 kesan dema welatê xwe bicîh hiştine û xwestine biçin welatekî din canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan ragihand ku di sala 2015an de herî kêm 3 hezar û 770 koçberên ku hewl didan ji Derya Spî derbas bibin û xwe bighînin Ewropayê canê xwe ji dest dane.

Rêxistinê da zanîn ku rêjeya mirinên li Derya Spî li gor sala 2014an zêde bûye. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan diyar kir ku herî zêde mirovên ji Lîbyayê hewl dan xwe bighînin Ewropayê canê xwe ji dest dane.

Li gorî rêxistinê, di meha Nîsanê de  hezar û 250 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 800 kes ji ber binavbûna keştiyekê bûye. Rêxistina ku navenda wê li Cenevrê ye, da zanîn ku di sala 2015an de bi giştî 5 hezar û 350 kes dema welatê xwe bicîh hiştine û hewl dane biçin welatekî din canê xwe ji dest dane.

Rêxistinê, statîstîkên hikûmetan û çapemeniyê yên di vî warî de hesap kir û ev bîlanço derxist holê. Piştî Derya Spî, navçeya ku herî zêde koçberan lê cane xwe ji dest dane Kendava Bengalê ye. Li herêma sînor a navbera Amerîka û Meksîkayê jî 330 kesan canê xwe ji dest dane.