IHD: Li Bakurê Kurdistanê di sala 2015an de 248 sivîl hatine kuştin

Komaleya Mafê Mirovan IHDyê ragihand ko şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê bandora xwe li ser mîlyon û 300 hezar kesan kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komaleya Mafê Mirovan IHDyê ragihand ko şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê bandora xwe li ser mîlyon û 300 hezar kesan kiriye.

Komaleya IHDê, duh li navenda xwe ya bajarê Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê û manîfestoyeka bi navê aştî û demokrasiyê ragihand. Li gor wê manîfestoyê li bakurê Kurdistanê ji 7ê Hezîranê heta 24ê Kanûna Pêşîn 191 endamên hêzên ewlekariyê û 186 gerîlla cane xwe ji dest dane. Herwiha di sala 2015an de 248 sivîl jî hatine kuştin.

Li gor IHDyê piraniya sivîlan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.

Lêbelê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutogluyî du roj berê ragihandibû ku berpirsê kuştina sivîlan ne ew in PKK bi xwe ye. PKK ti rêgezan nas nake.