Infographic: Giringtirîn deverên YPG û HSD di sala 2015an de bidest xistine

Girîngtirîn herêm û deverên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, Odeya Volkana Ferat û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê di sala 2015an de rizgar kirine.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Girîngtirîn herêm û deverên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, Odeya Volkana Ferat û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê di sala 2015an de rizgar kirine.  

Bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, di 10ê Îlona sala 2014an de rûbirûyî êrîşa DAIŞê bû, di 26ê Çileya sala 2015an de hate rizgarkirin. Hêzên di rizgarkirina bajarê Kobanê de beşdar bûne jî YPG, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, Odeya Volkana Ferat û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bûn.

Girîngiya bajarê Kobanê, ku xaleke sînorî hevbeş di navbera Sûriyê û Tirkiyê, herwiha di navbera Herêma Efrîn û Cezîrê ye.

Bajarokê Girê Spî: dikeve rojhilatê Kobanê bi 80 K.M, di buhara 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hat kontrolkirin. Di 15 meha Hizêranê de ji aliyê YPG û Odeya Volkana Feratê û piştrvaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve hate rizgarkirin.

Girîngiya Girê Spî, devereke sînorî ya Navdewletî ye di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, dikeve navbera herêma Kobanê û herêma Cezîrê.

Eyn Îsa: Ser bi Parêzgeha Reqa ve ye, dikeve başûrê Girê Spî di navbera Kobanê û Reqayê de.

Pira Qereqozak: Li ser çemê Feratê ye, dikeve başûrê rojavayê Kobanê bi 35 K.M. Girîngiya wê jî ku riyeke sereke ye di navbera Kobanê û bajarê Helebê de.

Bendava Tişrînê: Li ser çemê Feratê ye, dikeve başûrê Kobanê, di 27 meha Kanûnê de ji aliyê Hêza Sûriyeya Demokrat ve hate kontrolkirin.

Girîngiya Bendava Tişrînê ew e ku, bendaveke serekî ye ji kehrebe û ava herêma Cezîrê re. Bi kontrolkirina wê rê li ber hêza Sûriyeya Demokratîk hêsan bû, ku ber bi bajarê Minbic û Cerablisê

Parêzgeha Hesekê:

Çiyayê Kizwanê (Ebdilezîz), dikeve başûrê Hesekê bi 25 K.M. navendaeke sereke bû ji DAIŞê re, herwiha DAIŞê ji wê derê de dest bi operesyonên xwe dikirin.

Devera Holê û Gola Xatuniyê, dikeve rojhilatê Hesekê bi 40 K.M, navendeke DAIŞê ya sereke bû. Holê ji DAIŞê re deriyeke sereke di navbera Sûriyê û Iraqê bû.