Li 19 navçeyên Bakur 253 roj e qedexe heye

Şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê ku bi taybet piştî 24ê Tirmeha 2015an dest pê kirin, piştre bi ragihandina derketina kolanan li hinek navçeyan, şer û pevçûnên nav bajaran didomin.
kurdistan24.net

K24 - Diyarbekir

Şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê ku bi taybet piştî 24ê Tirmeha 2015an dest pê kirin, piştre bi ragihandina derketina kolanan li hinek navçeyan, şer û pevçûnên nav bajaran didomin. Di sala 2015dan de li 19 navçeyan 253 roj e qedexeya derketina kolanan û çûn û hatinê hatiye ragihandin. Vêna jî bandoreke nerênî li zêdeyî milyonek û nîv kesan kiriye.

Sala 2015an, bi aloziyên 6 û 7ê çiriya pêşîn ya 2014an li Bakurê Kurdistanê dest pê kiribû. Piştî 27ê Çileya 2015an ew bûyer kêm bûn û bi banga Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdulah Ocalan, proseya aştiyê disa berdewam kir ku di Newroza 2013an de hatibû ragihandin..

Lê bi şertê ku PKK çekan li beramber Tirkiyeyê deyne û serdema danûstandinan destpê bike 10 xalên ku hatibûn amade kirin di 28ê Sibatê de, li Koşka Dolmabaxçeyê hatibûn ragihandin. Piştî wê hevpeymaniyê, hem Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û hem jî rayedarên PKKê li Qandîlê gotarên neyînî ji bo wê beyanameyê ragihandin. Di rastî de pêvajoya destpê kirina şer û aloziyan jî piştî wan gotaran dest pê kir û her ku dem derbas bû gotar û helwestên hişktir û dijberiyê di nav aliyan de deng vedan.

Di amadekariyên hilbijartinên 7ê Hezîranê de, gotarên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku digot proseya aştiyê nema ye û gotara  Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demirtaş, li Stembolê ku digot “Emê destûrê nedin ku tu bibî Serokê Tirkiyeyê” êdî şer li ser zimanê her du siyasetan dest pê kiribû.

Ew şerê ku di gotaran de dest pê kir, di destpêkê de li hen navçeyên Bakur, piştre jî bondara xwe li ser gelek bajaran nîşan da. Li Farqîn, Lice, Hanî, Bismil, Egil û Sûrê ku Navçeyên Diyarbekirê ne, li Nisêbîn, Kerboran, Qoser û Dêrika Navçeyên Mêrdînê, Li Cizîr, Silopî û hinek deveren din ên Şirnexê û li Gever û Colemêrgê herwiha li gelek navçe û deverên din qedexe hatin ragihandin û operasyon û pevçûnên dijwar çêbûn.

Bi sed hezaran kes ji warên xwe koçber bûn, bi mehan av, elektrîk, xetên telefonan û hemû xizmet û mafên mirovan li wan devaran hatin binpe kirin. Herdû alî dewlet û rayedarên hikûmetê û PKK û HDPê hevdu bi şerxwazî tawanbar dikin, welatê Kurdan û welatî jî trajediyeke nû dijîn û hinek alî jî rexneyan li herdû aliyan digirin ku PKK şer aniye nav deverên sivîl û dewlet jî hê bi şêwazên ewlehiyê nêzîkê pirsa Kurd û Kurdistanê dibe.

Li 6 taxên Sûra Navçeya Diyarbekirê 32 roj e ku qedexe û pevçûn didomin, disan li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê jî nêzîka 20 roj e ku rewşa awarte berdewam e. Şer dê bo kê çi bi dest ve bîne, tu kes nikare bersîv bide, lê herkes dibeje ku Kurd li Bakurê Kurdistanê bi êşên mezin û bi hesreta aştî û azadiyê dest bi sala nû kirin.