Peyamên siyasetmedarên Tirkiyê bo sala 2016an
K24 - Enqere
Serokkomar, Serokwezir û Serokên Partiyên siyasî yên Tirkiyê sala nû ya gel piroz kirin û di peyamên xwe de bal kişandin ser rûdan û qeyranên siyasi yên Tirkiyeyê.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo sersala nû peyamek weşand û sersala gel pîroz kir: “Tirkiye wê di vê sala nû de li dijî terorê bi biryarî têkoşinê berdewam bike û hêzen me yên ewlehiyê li kolanan, bajaran û çiyayan teroristan paqij dikin.“
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di axaftina xwe de bal kişand ser rûdanên 2015 an: “Em bi bandorên rûdanên 2015an de dikevin sala nû. Emê di sala nû de destura bingehin biguherînin.“
Hevserokên HDPê (Partiya Demokratik a Gelan) Figen Yüksek Dag û Selahattin Demirtaş di peyama xwe ya sala nû de girîngiya demokrasi azadî, wekhevî û aştiyê anîn zimên û bal kişandin ser hilbijartinên 7ê hziranê, şerê Bakurê Kurdistanê û rûdanên siyasî yên sala 2015an.
Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu hêviyên xwe yên baş anîn zimen. “Bila sala nû biratî û tenduristyê bîne û sala nû ya hemû welatiyan piroz dikim.“ Serokê MHP’ê Devlet Bahçeli jî peyamek tund weşand: “Ez sala nû ya cihana tirk û islamê pîroz dikim. Tirkiyê di sala 201’ê de tenê ma û ew xema desthilatdariyê nebû. “
Xuya dike ku di sala 2016an de jî niqaşên li ser şer û operasyonên Bakurê Kurdistanê, pêngava serokatiyê, destura bingehîn dê berdewam bikin. Ji bo destura bingehîn Serokwezir Davutoglu û Serokê MHPê dê roja şemiyê hevdîtinê bikin.