Li Cizîrê şer berdewam e û xelk ji neçarî bar dike

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şer û pevçûn berdewam in. Li navçeyê li ser banga hêzên ewlekariyê xelkê taxên Cûdî, Nûr û Yafesê malên xwe bicîh hiştin.
kurdistan24.net

K24 – Cizîr

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şer û pevçûn berdewam in. Li navçeyê li ser banga hêzên ewlekariyê xelkê taxên Cûdî, Nûr û Yafesê malên xwe bicîh hiştin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê bi piştgiriya tank û zirxpoşan li 3 taxên Cizîrê operasyonan dikin. Şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û gerîlayên PKKê de jî didome.  Di pevçûnên van du rojên borî de polîsek û 2 leşker hatin kuştin û 5 polîs û 4 leşker jî birîndar bûn. 

Di dema pevçûnan de hêzên ewlekariyê bang li xelkê taxên Cûdî, Nûr û Yafesê kirin ku malên xwe bicîh bihêlin. Xelkê van taxan jî bi alên spî ji malên xwe derketin û çûne Şirnex û Mêrdînê.

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên nav bajaran berdewam in. Di sala 2015dan de li 19 navçeyan 253 roj e qedexeya derketina kolanan û çûn û hatinê hatiye ragihandin.

Bi sed hezaran kes ji warên xwe koçber bûn, bi mehan av, elektrîk, xetên telefonan û hemû xizmet û mafên mirovan li wan devaran hatine binpe kirin. 

Eve jî dîmenên şer û pevçûnên nû yên Cizîrê ne.