Şabender: Bila Kurd dewleta xwe ava biken

Siyasetmedarê Iraqî Îzet Şabender dibêje ku siyasetmedarên Şîe di hundirê 13 salan de Iraq kavil kirine.

K24 – Bexda

Siyasetmedarê serbixwe yê Iraqî Îzet Şabender tekez kirk u siyasetmedarên Şîe di hundirê 13 salan de Iraq kavil kirine, di demekê de ku nêzîka 100 sal e Suneyan yekparçeyiya Iraqê parastine.

Şabender behsa pirgirêkên bajarê Rûmadî ji kir û got: "Bi hîç awayekî hikûmet nikare Rûmadî ji nû ve ava bike, herwiha vegera koçberan bo cihên xwe û tazmînatkirin û çêkirina xaniyên wan jî karekî zehmet e."

Izet Şabender wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Ji ber hikûmet di meseleya alîkariyê de xemsar e, wê demê hêzên din dê ji bo alîkariyê werin ku Iraqeke parçekirî dixwazin. Bi awayekî alîkariya xelkê Rûmadî dikin, ku ew jî herêma serbixwe bixwazin, hikûmet jî nikare rê li ber vê daxwazê bigire, ji ber ji aliyekî ve di rastî de hêza wê nîne û li aliyê din jî destûrê rê daye wê daxwazê."

Li gor Şabender, Iraq li ber ceribandineke dijwar de ye û wiha dibêje: "Eger siyasetmedar zû hest bi vê metirsiyê nekin û Rûmadî bibe herêmek, wê demê xelkê Besra û navendê li benda çi bin? Bi baweriya min karesat di nav xelkê başûr de çêdibe, berî wêya ku di navbera Sune-Sune yan Kurd-Suneyan de derkeve."

Li ser pirsa ku navçeyên din ên Iraqê jî bibin herêm, Şabender nerînên xwe wiha tine ziman: "Erebên Iraqê wê demê xesirîn dema di destûrê de rewatî da Herêma Kurdistanê, wî wextî nedizanîn dê derencam çi be? Loma niha baca wê didin. Em niha natirsin ji wêya ku Herêma Kurdistanê cuda bibe û bibe dewleteke serbixwe, lê em ji wê ditirsin piştre Iraq bi çend herêmên mezhebî."

Şabender ji Ed Press re wiha axifî: "Ez tu astengekê nabînim ku Iraq bibe welatekî Erebî û Kurd jî dewleta xwe ava bikin, li gor mafê çarenivîsê. Lê belê eger Iraqa Erebî li ser bingehê mezhebî parçe bibe ev dibe pirsgirêk."