Tirkiye ji hebûna hêzên Kurdî li rojavayê Firatê aciz e
K24 - Enqere
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê derbaskirina şervanên Kurd ên YPG û YPJê ya ji Çemê Firatê got: “Haya min ji tiştekî wiha nîn e. Heger tiştekî wiha hebe em ê destêwerdanê bikin.”
Erdogan di vegara xwe ji Erebistana Siudiyê de bersiv da pirsên rojnamegeran. Serokkomarê Tirk li ser pirsa “agahî hene ku YPGê çemê Firatê derbas kiriye, hûn li ser mijarê çi dibêjin ? “ wiha got; “Hê hevalên me agahiyeke wiha bi min re parve nekirine. Heger ev yek rast be, çi pêwîst be em ê bikin. Ji pêşî, armanceke me bo Cerablûsê hebû. Armanc ew bû ku DAIŞ ji wê derê were paqijkirin. Nayê qebûlkirin ku YPG derbasî wê derê bibe. Ji ber ku YPG derbasî wê derê bibe, xeteke Kurdan li wê derê çê dibe. Ne mimkûne ku em ji vê yêkê re bêjin erê. “
Rayedarên Tirk beriya niha jî gelek caran gotibûn; Tu karê YPGê li Cerablûsê nîn e, ew ê tu caran qebûl nekin ku Kurd li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bibin xwedî statûyek û ev yek ji bo sînorê Tirkiyê metirsiyeke.