Nîgeraniya ji polîtîkayên PYDê zêde dibe

Li ser leşkeriya neçarî nîgeraniya ji polîtîkayên PYDê zêde dibe û nûnerekî wê jî dibêje ku li Rojavayê Kurdistanê xelk tenê PYDê dibînin û rexne dikin.

K24 – Hewlêr

Li ser leşkeriya neçarî nîgeraniya ji polîtîkayên PYDê zêde dibe û nûnerekî wê jî dibêje ku li Rojavayê Kurdistanê xelk tenê PYDê dibînin û rexne dikin.

Doh (01.01.2016) Kantona Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ferman da yekeyên leşkerî daku ciwananên zêdetir di çarçoveya leşkeriya neçarî de bibin nav rêzên xwe. Li ser vê fermanê hêzên ser bi PYDê zêdeyî 200 ciwan ji wê kantonê birine nav rêzên xwe. Li gor agahiyan, xelkê Rojavayê Kurdistanê jî gelekî ji vê pêngavê nîgeran bûne.

Di vê derbarê de Nûnerê PYDê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Heso ji BasNewsê re got: "Efrîn di rewşeke dijwar de ye, dikeve ber gelek êrîşan, berî bi hefteyekê çend ciwanan dewreya leşkerî temam kirin û bi şahî vegeriyane malên xwe. Ji bo erkê parastinê 6 mehan carekê daxwaz ji ciwanan tê kirin daku biçin nav erkê parastinê, wate herin nav yekîneyên leşkerî, li ser vêna hinekan belav kiriye ku evna leşkeriya neçarî û bi zorê ye, lê me bi zorê kes nebiriye."

Xerîb Heso li wê yekê mikûr hat ku PYD zêde tê rexnekirin û wiha axifî: "Rast e PYD gelekî tê rexnekirin, ketiye bin êrîşa rexneyan, lê rexne ji nezanîn tên kirin, ji ber li Rojava ne tenê PYD heye, li wê derê siyasetek rêberiyê dike ku ji Konseya Rêveberinê pêk tê, ne tenê PYD bi dehan partî di nav wê sîstemê de ne, loma ji dêlva Rêveberiya Serbixwe rexne bikin, tên PYDê rexne dikin, bi rastî em nizanin ev hemû rexneyên ser PYDê çine? Li gor hinekan eger PYD dest ji Rojava berde rewşa çareser dibe ku ev jî ne rast e."