Li Erebistana Siudiyê 47 kes hatin darvekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Siudiyê 47 kesan bidarve dike. Welatiyên Erebistana Siudiyê li dijî bidarvekirina 47 kesên Şîyî derketin xwepêşndanan.
Bi sedan kes li Siudiyê li dijî biravekirina Ayetulah Nimir el-Nimir û 46 kesên din yên Şîe, welatiyên Siudiyê derketin kolanan û xwepêşandanên nerazîbûnê derbirîn.
Xwepêşanderan bi bilndkirina wêneya Ayetula Nimir el-Nimir û bi diruşmên “Birûxe Siudiyê, em hemû el-Nimir in” li gundê el-Ewamiyê yê navçeya Qatif dest bi xwepêşandanan kir.
Îro Wezareta Navxwe ya Erebistana Siudiyê di daxuyaniyekê de, cibicîkirina cezaya bidarvekirina 47 kesan ragehand, ku bi tuhmetên “terorê û têkbirina ewlehiya Siudiyê” hatibûn girtin.
Di nav ew kesên ku hatine bidarvekirin, serkirdeyê Şîeyên Siudiyê Ayetula Nimir el-Nimir hebû, herwiha kesekî Misrî û kesekî Çadî jî hebûn, yên din jî hemû ji regeza Siudiyê bûn.
Îran çend caran ji Erebistanê xwestibû ku ew serkirdeyê şîeyan bidarve neke û berde û li ser vê yekê hişyarî dabû rayedarên Riyadê.