Zerara girtina Deriyê Xabûrê 300 milyon dolar e

Gelek şofêr di navbera deriyê Îbrahîm Xelîl û Nisêbînê de asê mane. Hat ragihandin ku di hefteyan de 300 milyon dolar zerara maddî heye.

K24 - Mêrdîn

Gelek şofêr di navbera deriyê Îbrahîm Xelîl û Nisêbînê de asê mane. Hat ragihandin ku di hefteyan de 300 milyon dolar zerara maddî heye.

Deriyê Sînor ê Xabûrê ku ji ber qedexeya derketina kolanan li Silopî û Cizîra Bakurê Kurdistanê hatiye girtin û gelek şofêr, xwedî mehsûl û derametên ji derveyê welêt hatiye û tirêle û kamyonan de sekinîne bi awayekî neçar li heviya çareseriyekê ne. Gelek şofêr di navbera deriyê Xabûrê û Nisêbînê de asê mane. Di hundirê dû hefteyan de 300 milyon dolar zerara maddî heye.

Deriyê Sînorê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl) ji 11ê Berfanbarê ve ji ber qedexeya derketina kolanan ên li Silopî û Cizîrê destpêkiribû hatiye girtin. Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê jî ji ber ewlehiyê rêya hevrîşîmê hatibû girtin û şofêr êdî di navbera deriyê Xabûrê û Nisêbînê de asê mane.

Li ser rewşa girtina deriyê Xabûrê Mehmet Ari ku xwediyê barhilgirê ye got: “Ji 100î  90 em di bin bandora vê bûyerê de man. Herwiha aboriya me jî têk çû. Senedên me, krediyên me û bonoyên otomobîlên me hemû di sekinandinê de ne û em nikarin bidin. Ger ev derî venebe em nikarin deynê xwe bidin û divê ev deynên me yan werin taloq kirin an jî bi alîkariya dewletê çareseriyek bê dîtin.  Êdî em ketine heyra şofêr û barhilgir û kamyonên xwe. Rûsya ambargo daniyê ser curêyê xwarinê , Iraq jî hemû malên Tirkiyê boykot dike aboriya herêma me jî li ser Iraqê ye û niha jî derî girtiye ev bandorê li hemû welatî dike ne li me tenê.”

Mehmet Arî ragihand ku ajovanên wan li ser rêyan asê mane û bê av û bê nan manê, ev 13 roj e ku di herêma xetere de mane. Hinek ji van li Iraqê asê mane. Yên ku dikaribin vegerin li ser Hewlerê bi balafiran derbasî Tirkiyê dibin.

“Şofêr di rewşeke xirab de ne”

Gelek şofêr beriya rêya hewreşîmê ya li ser Nisêbînê were girtin bi serê xwe û bê tirêla xwe vegeriyane malên xwe. Seyfettin Demir jî yek ji wan e û got: “Barhilgira min ev 9 roj e ku li Silopiyê ye û beriya qedexeya li ser rêya Nisêbînê were îlankirin min bi awayekî xwe derdasî Qoserê kir. Kesî em li otomobîlên xwe siwar nedikirin. Her dever di nav şer de bû û şofêr jî ditirsin.”

Li ser bandora aboriya Deriyê Xabûrê jî Seyfettin Demir wiha axivî: “Ger ez şofêrtiyê nekim ez û 6 zarokê xwe emê birçî bimînin. Ji bo min pirsgirêka herî mezin ew e ku çavê zar û zêçên min li dest û xebata min tenê ye. Derdê me şofêran ji jinên me bipirsin ew ji me çêtir dê bînin ziman.”

Sîlêman Emer jî şofêreke ku li ser rê asê mabû û derde dilê xwe wiha vedibêje: “Ev leyîstikeke mezin e li ser me Kurda û divê em şiyar bin. Êdî em nikarin li navçeya xwe ji ber vê zilma dewletê  êvarekê bi malbata xwe re derkevin derve û çayekê vexwin. Çima ev şer li Kurdistanê tenê heye. Ev derî ne wek deriyê Gurcîstan û Îranê ye ev derî deriyê debar û hebûna me ye û deriyê navbera Kurdistana Başûr û Bakur e. Ger ev derî tê girtin jiyana me jî bi ber girtinê ve diçe. Aboriya me gelê herêmê bi vî deriyî ve girêdayiye. ”

“Hilberîner li bazarên nû digerin”

Endamê Odeya Pişesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mesut Altun derbarê girtina Deriyê Xabûrê de ragihand ku ji sedî 90ê hawirde û hinardeya herêmê bi welatên Rojhilata Navîn re tê kirin û deriyê li Rojhilata Navîn jî bi Deriyê Xabûrê tê vekirin: “Ev rewş wek dema ne asayî ye û ne diyare jî. Ev jî prsgirêkeke mezin derdixe holê ji bo hilberîneran. Hiberîner ji bo berhemên xwe bifiroşin ji bilî Iraqê û Rojhilata Navîn berê xwe didin bazarên nû. Li Diyarbekirê pargîdanên hilberînê êdî li Efrîkayê li bazarên nû digerin.

“Yên herî di bin bandorê de mane pîşesaz in”

Sekreterê Giştî yê Odeya Pişesazî û Bazirganiyê ya Mêrdînê Çetin Sasa jî li ser rewşa Deriyê Xabûrê û bandora wê li ser aboriyê wiha axifî: “Ji ber rewşa aloz ya li herêma me Deriyê Xabûrê hatiye girtin û hemû herêm di bin bandora wê de maye. Lê belê vêna bi piranî bandor pîşesazan kir ku ew li rastî dozên tazmînatê dimînin û bi bankayan re ji bo sened û krêdiyên xwe rû bi rû mane.”

300 mîlyon dolar zirar heye

Serokê Komeleya Pîşesaz û Bazirganên Tirkiye û Iraqê Nevaf  Kiliç jî daxuyand ku ji 14ê Berfanbarê û vir de deriyê Xabûrê girtiye û hinardekarên herêmê pergende bûnin, di salekê de 700 hezar caran çûn û hatin di wî deriya de tê kirin û bi biryara girtinê aboriya herêmê têk çûye.

Kiliç wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Iraq piştî Almanya duyemîn welate ku em kelûpelan dişîninê. Piştî pirsgirêka ewlehiyê derket holê asta hinardeyê ji mîlyar dolarekê daket 500 mîlyon dolaran, piştre hinekî rast bû û li derdora 750 mîlyon dolarî çû û hat. Lê dema deriyê Xabûrê hate girtin 300 mîlyon dolar em ketin zerarê û wendayîyeke mezin e ji bo aboriya hemû welat. Ji aliyekî din ve jî ji ber derî girtiye barên li lîmana Mêrsînê jî nayên barkirin û hemû bar di koyteyniran de sekinî maye.” (Basnews)