Sobeyeke daran di nav otomobîla xwe de daniye
K24 – Hewlêr
Serma û seqema zêde li devera Deriyê Sînor ê Hacî Omeran ê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, wiha li şofêrekî kiriye ku sobeya daran di nav otomobîla xwe de deyne.
Şofêrek ku karê wî veguhestina geştyaran e, sobeyeke daran di nav otomobîla xwe de daniye, daku geştyar bikaribin bi wê rêyê xwe germ bikin û ji sermaye xwe biparêzin.