Rûsya dixwaze PYDê tevlî opozîsyonê bike

Komîta Bilind ya Opozîsyona Sûriyê, dê yekşemê li Riyadê Paytexta Erebistana Siudiyê bicivin bo hilbijartina komîteya Danûstandkar ya ku bi rêjîmê re hevdîtinan bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê, dê sibe li Erebistana Siûdiyê bicive, herwiha dê endamên komîteya danûstandinan ligel şandeya rejîma Sûriyê hilbijêre.

Endamê Desteya Siyasî ya Komîteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê, Ebdilhekîm Beşar ji K24ê re ragihand ku, di wê civînê de şandeya danûstandkar ku ji 15 kesan pêk tê û şandeya hevkar piştgir bên hilbijartin.

Şandeya hevkar jî dê ji 10 kesên mafnas û parêzer pêk were, daku di aliyê yasayî de alîkariya şandeya danûstandinan bike.

Biryar e jî di 5 vê mehê de ew Komîteya Bilind ligel Nûnerê Netewên Yekbûyî li Sûriyê, Steffan De Mistura bicive.

Beşar diyar kir jî ku, li gor zanyariyên wan, Rûsyayê dexwaz ji De Mistura kiriye ku her yek ji Salih Mislim, Heysem Menaa û Qedrî Cemîl tevlî şandeya opozîsyonê bibin, lê Komîteya Bilind a Opozîsyonê ev yek qebûl nekiriye.

Derbarê beşdariya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di KOmîteya Bilind de, Beşar wiha got: “Heya niha opozîsyona Sûriyê, PYDê ser bi rêjîmê ve dêjmêre, herwiha PYDê berjewendiyên rêjîmê diparêze.”