Kurd sîstemeke demokratîk dixwazin

Çaresernekirina pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi germî di rojevê de. Ji alîyekî ve şer û alozî didomin û li aliyê din, piştî beyanameya Kongreya KCDê nîqaşên li ser rêvebiriyên xweser jî berdewam in.
kurdistan24.net

K24 - Diyarbekir

Çaresernekirina pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi germî di rojevê de. Ji alîyekî ve şer û alozî didomin û li hinek navçeyan qedexeyên derketina derve û operasyon hene, ji aliyê din ve, piştî beyanameya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) gengeşiyen li ser rêvebiriyên xweser jî berdewam in. Li Diyarbekirê di konferansekê de, ew xebatên ku ji bo rêvebiriyên xweser hatine kirin û kêmasiyên wan hatin gotûbêjkirin.

Hevseroka KCDê Selma İrmak di Konferansa li ser xweseriyê de ragihand ku Kurd bi listikên dagirkeran ji hev hatine parçe kirin û ew dê hewldana çareserkirina pirgirêkên nav Kurdan bidin. Di Konferansê de qala wê yekê hat kirin ku li Tirkiyeyê li ser pergal û destûra nû gengeşî tên kirin û ew wek KCDê û saziyên girêdayî wê pêşniyara pergaleke demokratîk û ji bo Kurdan wekheviyê dikin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Diyarbekirê Sîbel Yîgitalp dazanîn ku, ew dixwazin pêşniyarên wan di raya giştî de bên gengeşe kirin û di encam de jî pergaleke demokratîk û wekhev bê saz kirin.

Konferans bi beşdarbûyîna nûnerên saziyên Sivil û pişeyî birêveçû. Serokê Karsazên Bakûrê Kurdistanê (GUNSİAD) Şahîsmaîl Bedirhanoglû jî dazanîn ku divê, tehamûla wan ji bo fikrên cuda hebe daku ew bikaribin behsa demokrasiyê bikin.

Rêvebiriyên xweser ji aliyê siyaseta nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ve, yekem car 14ê meha 11 ya 2011an, di Kongreya KCDê de hatibû ragihandin û bûbû sedema nîqaşên cuda. Lê ji wê demê û heta niha di nav siyaseta wan partî û saziyên piştgirê KCDê de cîh digire.