Rewşa rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê

Li gor rapora Yekîtiya Rojnemevanên Kurd li Sûriyê, 9 rewşên binpêkirina mafên rojnamevanan, 7 rewşên binçavkirinê hene û rojnamevanekî jî di dema şerê Kobanê de cane xwe ji dest daye.
kurdistan24.net

K24 - Qamişlo

Yekîtiye Rojnamevanên Kurd li Sûriyê rapora xwe ya salane belav kir. Di raporê de tê gotin ku rêjeya binpêkirina mafên rojnamevanan li gor sala borî zêde bûye.

Derbarê mijarê de Seroka Yekîtiya rojnamevanên Kurd li Sûriyê Selwa Silêman ji K24ê re got: "Em salane rapora xwe belav dikin, tê de daxwaza azadkirina karê rojnamevanan dikin, daku deverên me jî azad bibin, têkiliyên me bi Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Ragihandinê re derbarê yasayekê  de hene, daku ew yasa bikeve warê cîbicîh kirinê."

Rapor bale dikşîne ser ser rêzgirtina yasaya ku ji aliyê Yekîtiya Rojnemevanên Kurd ve hatiye pesend kirin û asayişa her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê jî qebûl kiriye. Herwiha ji Rêveberiya Xweser tê xwestin ku mafên rojnemevanan bên parastin û nabe ti kes ji bo karê rojnamevaniyê were binçav kirin.

Ji aliyê xwe ve rojnamevan Îbrahîm Îsa derbarê karê rojnamevanan de ji K24ê re wiha axifî: "Ti têkilî derbarê karê rojnamevanan de bi saziyên Rêveberiya Xweser re nehatine kirin, ji ber li hemû welatên pêşketî û paşketî jî, bi ti awayî nabe rojnamevan were girtin, eger têbînî li ser karê wan hebe jî, divê ne bi rêya  girtinan be."

Li gor rapora Yekîtiya Rojnemevanên Kurd li Sûriyê, 9 rewşên binpêkirina mafên rojnamevanan, 7 rewşên binçavkirinê hene û rojnamevanekî jî di dema şerê Kobanê de cane xwe ji dest daye.