Çîroka 3 malbatan ên ji ber aloziyên Sûrê reviyan e

Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bi xwe re krîzeke mirovahî jî anîne. Bi hezaran malbat neçarî koçkirinê bûne. Malbata Ayriç a ku 17 kes in yek ji wan malbatan e.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bi xwe re krîzeke mirovahî jî anîne. Bi hezaran malbat neçarî koçkirinê bûne. Malbata Ayriç a ku 17 kes in yek ji wan malbatan e. Malbat, di vê berf û seqemê de di nava şertên zor û zehmet de dijîn. Ji feqîrî û naçariyê malbat nikare zarokên xwe têr bîke û kirêya xwe jî bide.

Henîfe Ayriç a ku li navçeya Surê li derdora mînareya çar lîng, cihe ku şer lê didome rûdinişt ji ber aloziyan bêyî ku tiştekî bi xwe re bibe ligel 2 kûr, 2 bûk û 12 nevîyên xwe di xaniyekî bê alav de jiyana xwe di nav nebunê, sar û sermayê de didomîne. Dayîka Henîfe, wexta ku hestên xwe tîne ziman rondikên çavên wê dirêjin, gotin di gewriya wê de dimîne.

Ji hersê malbatan ti kes niha naxebite. Li Diyarbekirê niha kar peyda nabe. Şexmus Ayrîç ê malxwê malê jî nexweş e û nikare bipeyive. Ew di nava 4 dîwarên şil, odeya xalî û bê sobe de vê zivîstanê dijîn.

Guler Ayriç jî dayîka 7 zarokan e û ew jî ligel xwesî û xezurê xwe di vî xanîde dijîn. Ew û zarokên xwe 10 rojan di nava şer de mabûn, piştî ku ji bo rojekê qedexe hate rakirin mala xwe bicîh dihêle û direve. Ayriç, dibêje ew û zarokên xwe bi rojan di hundir de tî û birçî mane. Ji dengê bombe û çekan wan nedikarî rakevin û hişê wan ji serê wan diçû.

Derûniya zarokên malbatê xerab bûye û di hundirê vê odeyê de her roj bi hev dikevin. Tiştek di destê wan de tuneye cil, pêlîstok û defter û kîtabên wan li Sûrê mane, hevalên wan jî weke wan belavî bajêr bûne. Xwişka mezin Xezal Ayriç a 13 salî jî wexta ku behsa tax û xaniyê xwe dike rondikên çavên wê diherikin nava derd û xemên wê û nikare tiştên ku di dile xwe de derbas dike bibêje.

Kêmzêde ji sedî 80ê xelkê navçeya Sûrê koçî taxên aramtir kirine. Bi sedan xaniyên wan ji ber guleyan kavil bûne. Aborî, perwerde, saxlemî û jiyana civakî ya wan têk çûye. Hawar û gaziya xwe digihînin rayedarên dewlet û siyasetmedaran û dixwazin qedexe rabe, pevçûn bisekinin, alikariya wan bê kirin û yekser vegerin ser malên xwe.