Tirkiye êrîşî navendên YPGê dike

Gundê Yabîse 5 kîlometreyan dûrî bajarokê Girê Spî ye û di bin kontrola YPGê de ye, piraniya welatiyên wê jî Kurd in.

K24 - Girê Spî

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ragihand ku Artêşa Tirkiyê bi çekên giran êrîş birine ser navenda wan a li gundê Yabîse ser bi bajarokê Girê Spî.

Di daxwiyaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, wiha tê gotin: "Artêşa Tirkiyê, ji 23ê Cotmeha borî ve û heta niha 23ê caran navendên me yên li ser sînorên di navbera Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê de ji xwe re kirine armac."

Li gor daxwiyaniyê di êrîşa gundê Yabîse de, ti zerarên giyanî nebûne. Gundê Yabîse 5 kîlometreyan dûrî bajarokê Girê Spî ye û di bin kontrola YPGê de ye, piraniya welatiyên wê jî Kurd in.