Mesrûr Barzanî: Berevajiya gotegotan Iraq yekparçeyî namîne

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku hewldana hiştina Iraqê wek welatekî yekparçe û yekgirtî, hewldaneke serkeftî nabe.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku hewldana hiştina Iraqê wek welatekî yekparçe û yekgirtî, hewldaneke serkeftî nabe.

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji rojnameya Washington Post a Amerîkî re got: "Pêdiviya rewşê bi biryareke çavnetirs e daku rastiya xelkê li ber çav were girtin, rê bê dayîn xelk çi dixwaze wêna hilbijêre."

Derbarê rewşa niha ya Iraqê de jî Barzanî wiha axifî: "Iraq parçe parçe bûye. Baweriya Suneyan wê demê bi Iraqeke yekgirtî heye ku ew bi xwe desthilatdar bin. Şîe jî bi heman awayî, loma pênaseyeke hevbeş bo Iraqeke yekgirtî nîne."

Rojnameya Washington Postê di raporekê de behsa guhertina sînorên Rojhilata Navîn dike û di vê derbarê de wiha hatiye nivîsîn: "Wî şerî xetên sînorên Başûr û Rojavayê Kurdistanê berfirehtir kiriye. Li Bakurê Iraq û Sûriyê Kurd bi destnîşankirina sînorên Kurdistana mezin ve mijûl in."

Washington Postê bal kişandiye ser axaftineke saka borî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku gotibû: "Kurd ne amade ne wan navçeyên ku ji destê DAIŞê rizgar kirine radestî hîç aliyekî din bikin." Di beşekî din ê rapora wê rojnameyê de wiha tê gotin: "Piştî pêşketinên vê dawiyê yên Hêzên Pêşmerge, axaftina li ser encamdana referandûmeke çarenivîssaz careke din ketiye rojevê."