"Eger Pêşmerge vegerin Rojava bila tevlî YPGê bibin"

Muslim di dawiya hevpeyvîna xwe de tekez kir ku ew wek PYD ti pirsgirêkên wan li gel Herêma Kurdistanê nînin. Lê Herêma Kurdistanê pirsgirêkan bo Rêveberiya Xweser çêdike.

 K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand ku hebûna du hêzan li Rojavayê Kurdistanê dê bibe sedema derketina şerê birakujiyê di navbera Kurdan de.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya El-Quds El-Erebî de li ser derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bo Rojava got: "Hebûna du hêzan li Rojavayê Kurdistanê dê bibe sedema derketina şerê birakujiyê di navbera Kurdan de."

Muslim da zanîn ku eger Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê dixwazin vegerin bila tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê bibin û li gor Muslim, nabe du hêz bi du serkirdeyatiyên cuda li Rojavayê Kurdistanê hebin.

Muslim di dawiya hevpeyvîna xwe de tekez kir ku ew wek PYD ti pirsgirêkên wan li gel Herêma Kurdistanê nînin. Lê Herêma Kurdistanê pirsgirêkan bo Rêveberiya Xweser çêdike.