Rûhanî êrîşên li ser “Siûdiyê” şermezar dike

Serokomarê Îranê Ersbistana Siûdiyê bi tundî şermezar dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî êrîşên li ser balyozxaneya Erebistana Siûdiyê şermezar kirin.

Hesen Rûhanî li ser rûpela xwe ta Twitterê belav kir ku, kesên êrîşî balyozxaneya Siûdiyê li Tehranê û konsulxaneya wî welatî li bajarê Meûhed (bakurê rojhilatê Îranê) kirine “kesên radîkal in û dê werin darizandin.”

Piştî darvekirina kesayetiya Şîe ya navdar li Erebistana Siûdiyê, Nimir Baqri el-Nimir, li Îranê xwepêşandan li dijî Siûdiyê rabûn.

Rûhanî di nav nivîsên xwe de soz parastina hemû nûneratî, konsulxane û balyozxaneyên biyanî li welatê xwe da.

Di heman demê de jî, Rûhanî darvekirina Nimir ji aliyê Erebistana Siûdiyê ve bi tundî şermezar kir û ew pêngav li dijî “mafê mirovan û prensîpên Îslamî” binav kir.

Erebistana Siûdiyê duh 47 kes bi tohmetên “terorê” darvekirin.