Chernetskiy: Bêyî Kurdistanê çareserî zehmet e
K24 – Hewlêr
Cîgirê Serokê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) Richard Chernetskiy, da zanîn ku Kurdistan beşekî girîng ê parastina aramiyê ye li navçeyê û bêyî Kurdistanê nikarin çareseriyeke aştiyane ji navçeyê re bibînin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya YEyê Richard Chernetskiy, derbarê serdana xwe ya Kurdistanê de ji K24ê re axifî û got: "Dema ez vegeriyan ez dê hevkarên xwe li Parlamentoya Ewropayê ji rewşa Herêma Kurdistanê agahdar bikim. Peyama min a serekî ew e ku dive Parlamentoya Ewropayê di ware siyasî û diplomatic de hevkariya Herêma Kurdistanê bike. Ji ber Kurdistan beşekî girîng ê parastina aramiyê ye li navçeyê û bêyî Kurdistanê em nikarin çareseriyeke aştiyane ji navçeyê re bibînin."
Derheqa armanca serdana xwe de jî Richard Chernetskiy wiha axifî: "Yek ji armanca serdana min ew e ku ligel Serok Barzanî bicivim. Herwiha ligel endamên Parlamentoya Kurdistanê bicivim. Xaleke din a girîng a serdana min ew e ku ji nêzîk ve serdana kampên penaberan bikim û ji nêzîk ve rewşa wan bibînim."
Cîgirê Serokê Parlamentoya YEyê Richard Chernetskiy, doh ligel Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî bi serdanekê gehişte Herêma Kurdistanê û biryar e di vê serdanê de ligel Serok Barzanî bicive.