Têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê ber bi başbûnê ve diçin

Li Rojhilata Navîn geşedanên di navbera dewletan de roj bi roj guhertinên nû derdixin holê, lê piştî xistina firokeya Rûsyayê dewleta Tirkiyê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re baş dike.
author_image Vural Erişmiş

K24 - Enqere

Li Rojhilata Navîn geşedanên di navbera dewletan de roj bi roj guhertinên nû derdixin holê, lê piştî xistina firokeya Rûsyayê dewleta Tirkiyê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re baş dike.

Gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan yên dawî raya giştî matmayî hişt, Erdogan İsrail û Tirkiye wekî dû dewletên bi hev re dost binav kir û herwiha got ku pêdiviya herdu welatan bi hev heye.

Di nav welatiyên Tirkiyê de mijara Îsraîlê hertim di nav nîqaşan de ye ka gelo  raya giştî derbarê geşedanên dawî de çi difikre?

Hinek welatî xurtbûna peywendiyên herdû dewletan erênî dinirxînin û têkiliyan wek şertê mezinbûna dewletekê dibînin. Welatiyek wiha dibêje: "Dewleta me dewleteke mezin e û ji bo ku her gav mezinbûna  xwe pêş ve bibe  pêvîst e di gel her dewletekê têkiliyan ava bikin. İsral ango dewletek din ferq nake."

Welatiyekî din jî li ser heman mijarê nerînên xwe wiha tîne ziman: "Dewleta Îsrailê her çiqas dewletek xwîn rêj be jî  dewleta Tirkiyê  dewletek mezin e û ji bo aboriya welat pêwist e bikeve nava têkiliyan de."

Tirkiye û Îsraîl ji bilî têkiliyên siyasî xwedî bazirganiyeke xurt in û di navbera her du dewletan de bazirganiya alavên leşkerî jî heye.

Lê bele çend welatî li ser têkiliyên di navbera Tirkiye û İsrailê de nerazîbûnê nîşan didin û herwiha Îsraîlê wek dewletek neyar dibînin. Welatiyeke jin wiha dibêje: "İsrail dijminê dewleta Tirkiyê ye û dijminê me qet nabe dostê me. Vekî mezin dibêjin “neyar tu vext  nabin yar."

Serokkomar û rayedarên dewleta Tirkiyê berî niha çend caran amaje bi vê yekê kiribûn ku di navbera Tirkiyê û Îsrailê de bi tu awayî têkiliyên dostane pêk nayên, ji ber vê yekê geşedanên dawî wek sosret hatin nirxandin, wiha diyar e ku dengvedanên li ser têkiliyên di navbera her dû dewletan de di demeke din jî wê di rojeva Tirkiyê de cih bigirin.