"Pirsa Kurd li Sûriyê pirseke girîng e"

Tê çaverêkirin ku di 25ê vê mehê de bi alîkariya aliyên navdewletî danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî de dest pê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Desteya Bilind ya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê ragehand, ku pirsa Kurdî li Sûriyê pirseke giring e.

Duh Desteya Bilind ya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê îli Riyadê bi bi armanca pêkanîna şandekê bo danûstandinê ligel rejîma Sûriyê civiya. Di civînê de pirsa Kurdî li Sûriyê hat gotûbêj kirin.

Berdevkê Desteya Bilind ya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Salim el-Muslit derbarê pirsa Kurd li Sûriyê de, ji K24ê re got: “Pirsa Kurd li Sûriyê pirseke girîng e û 3 endamên Kurd di nava şanda danûstandinê ya ku dê ligel rejîma Sûriyê bicive, hene.”

Ji aliyê xwe ve Endamê Komîteya Siyasî ya Desteya Bilind ya Danûstandinê Ebdilhekîm Beşar ji K24ê re ragehand ku, “Di civînê de tekezî li ser damezrandina Hikûmeteke veguhêz li Sûriyê û ti rola Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di qonaxa bê de nebe.”

Tê çaverêkirin ku di 25ê vê mehê de bi alîkariya aliyên navdewletî danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî de dest pê bike.