Sekreterê PSDK: Divê Kurd yek deng û yek helwêst bin

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, tekez kir ku divê Kurd yek dest, yek deng û yek helwêst bin daku bikaribin rûbirûyê dijmin bibin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd, tekez kir ku divê Kurd yek dest, yek deng û yek helwêst bin daku bikaribin rûbirûyê dijmin bibin û got: "Niha ji bo Kurdan baştirîn derfet e da serxwebûna xwe werbigirin û daxwaza serxwebûnê bikin."

Sekreterê Giştî yê PSDK û Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Kerkûk û derdora wê Mihemed Hacî Mehmûd, derbarê rewşa niha ya Kurdistanê de ji K24ê re got: "Rewşa Kurdistanê bi hemû navçeyên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye, ji ber niha şerê DAIŞê li Kurdistanê ye û eniyeke dûr û dirêj zêdeyî hezar kilometer li xwe digire, sal û nîv dibe Kurdistan xwînê dirjîne jib o parastina xwe, vana hemûyan wiha kiriye ku Kurd bibin faktorekî bihêz ên navçeyê, ji ber rewşa navçeyê bi tevahî aloz e."

Mihemed Hacî Mehmûd wiha axifî: "Bûyerên Rojhilata Navîn hewqasî mezin bûne û ew yek derbas kirine ku tenê dewletek bikaribe çareser bike, wek ku eşkere ye Amerîka ligel zêdeyî 50 welatan hevpeymaniyê dike, li aliyekî din Rûsya ligel çendîn dewletên din hevpeymaniyê dike. Ji xeynî vêna Erebistana Siudiye jî bi 30 dewletan re hevpeymaniyê dike, loma pirs mezin e. Kurdan jî di dema sal û nîvekê de li eniyên şer karîne destkefteke mezin bidest bixin."

Derbarê parastina wan destkeftên Kurdan de jî Mihemed Hacî Mehmûd nerîna xwe wiha anî ziman: "Heta niha cografyayeke siyas' ya Kurdan nîne, lê bi rêya wan destkeftên ku bidest xistine, bi awayekê bûne balanseke mezin a navçeyê, vêna jî wiha kiriye ku welatên bihêz ên cîhanê li ser nêzîkbûna ligel Kurdan bikevin kêbirkeye, loma divê niha Kurd nav mala xwe organize bikin, yek deng, yek dest û yek helwêst bin, daku bikaribin di asta van bûyerên mezin de bin, ku li Rojhilata Navîn hene. Ji xeynî vêna divê haya Kurdan ji wê yekê hebe ku piştî DAIŞê careke din cografyaya siyasî tê danîn."