Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwarin da 11 hezar şofêran

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rojê sê ceman xwarinê dide 11 hezar şofêran Tirkiyeyê ku ji ber girtina Deriyê Îbrahîm Xelîl, niha li Zaxo asê mane.
kurdistan24.net

K24 – Dihok

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rojê sê ceman xwarinê dide 11 hezar şofêran Tirkiyeyê ku ji ber girtina Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl, niha li Herêma Kurdistanê asê mane.

Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl deriyê serekî yê bazirganiyê ye di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de, lê ji ber pevçûn û aloziyên li Bakurê Kurdistanê, di 14ê Kanûnê de, bi biryara Parêzgariya Şirnexê hatibû girtin.

Nêzîka 11 hezar şofêr ku  22 roj e li bajarokê Zaxo yê Dihokê asê mane û rewşa wan xirab e, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hewara wan ve hat. Nêzîka hefteyekê rojê sê caran dezgeha navbirî xwarinê dide wan şofêran. Şofêran jî spasiya rêveberên Dezgeha Xêrxazî ya Barzanî kirin ku li wan xwedî derketiye.

Wezîrê Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyeyê, Bulent Tufekçî doh ragihand ku  wan li ser rêya Xabûrê lêkolÎn kiriye û ji ber ewlehiyê ew qedexeya ku hatibû danîn, dê heta sibe-dusibe bê rakirin. 

Piştî ku Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl bê vekirin, dê destpêkê 500 barhilgir derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, 750 barhilgir jî dê derbasî Tirkiyê bibin.