Kurdên Kakeyî nikarin vegerin ser zeviyên xwe

Kurdên Kakeyî yên gundên sînorê bajarokê Daquq ku dikeve başûrê Kerkûkê, dibêjin ku ji ber bombe di nav gund û zeviyên wan de hatine danîn nikarin vegerin dundên xwe.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Kurdên Kakeyî yên gundên sînorê bajarokê Daquq ku dikeve başûrê Kerkûkê, dibêjin ku ji ber bombe di nav gund û zeviyên wan de hatine danîn nikarin vegerin dundên xwe.

Nêzîka çar meh dibe du gundên Kurdên Kakeyî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, lê belê heta niha daniştvanên wan ji ber ku DAIŞê bombe di nav gundên wan de danîne nikarin vegerin ser mal û milkên xwe.

Li gor daniştvanên wan gudan, ji xeynî ku DAIŞê bombe xistine nav xaniyan, di heman demê de nav zeviyan jî tije bombe û mayîn kirine ku berê take çavkaniya jiyana wan bûn.

Herçiqas heta niha Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê piştî rizgarkirina navçeyê hinek bombe û mayîn pûç kirine, lê Fermandeyekî Pêşmerge dibêje ku bombe hewqasî zêde ne êdî di ber re nakin der.

Di vê derbarê de Fermandeyê Lîwaya 9ê ya Hêzên Pêşmerge Tariq Ehmed ji K24ê re got: "Sînorekî berfireh, bombe jî bi awayekî hatine danîn ku şiyana Pêşmergeyan a pûçkirina wan nîne."