Îran daxwaza alîkariyê ji Herêma Kurdistanê dike

Deriyê sînorî yê Hacî Omeranê ji ber barîna rêjeyek zêde ya berfê, hatiye girtin.

K24- Navenda Nûçeyan

Ev heyama 4 rojan e ku deriyê sînorî yê Hacî Omeran ji ber berfê hatiye girtin, rayedarên Îranê jî daxwaza alîkariyê ji Herêma Kurdistanê dikin.

Di daxuyaniyeke taybet de bo K24, çavkaniyekê ji Hacî Omeranê diyar kir ku, ew deriyê sînorî hatiye girtin, li pêş geştiyar û çûn û hatina geştiyarî.

Wê çavkaniyê aşkere kir jî ku, berpirsên Îranî li Merzeke daxwaz ji aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kirine ku berfê li her du aliyên Hacî Omeranê paqij bikin “lê Herêma Kurdistanê wî karî nake, ji ber ku aliyê din ê Hacî Omeranê sînorê îdarî yê Îranê ye.”

Deriyê sînorî yê Hacî Omeranê yek ji deriyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê ligel Îranê ye, ku griîngiyeke wê ya zêde di warê bazirganî û aborî de heye.